Would you like to react to this message? Create an account in a few clicks or log in to continue.



 
HomeHome  Latest imagesLatest images  SearchSearch  RegisterRegister  Log in  
Kürd Ulusu'nun Çıkarları; Her Türlü Parti, Kurum, Kuruluş, Örgüt ve Kişilerin Çıkarlarının Üstünde ve Ötesindedir. Her Şey Kürdistan İçin!

 

 LEGERİNA KURDEN DEMOKRAT BUROYA XWE YA DİYARBEKRE VEKİR

Go down 
AuthorMessage
Soran

Soran


Mesaj Sayısı : 21
Kayıt tarihi : 2010-03-21

LEGERİNA KURDEN DEMOKRAT BUROYA XWE YA DİYARBEKRE VEKİR Empty
PostSubject: LEGERİNA KURDEN DEMOKRAT BUROYA XWE YA DİYARBEKRE VEKİR   LEGERİNA KURDEN DEMOKRAT BUROYA XWE YA DİYARBEKRE VEKİR Empty31.05.10 10:58

LKD (Lêgerîna Kurdên Demoqrat) buroya xwe ya Diyarbekrê vekir



LEGERİNA KURDEN DEMOKRAT BUROYA XWE YA DİYARBEKRE VEKİR LKD2Îro bi beşdariya gelek vexwendiyên ji deverên cuda, vekirina buroya LKD ya Amedê hate pîrozkirin. Berdevkê LKD Sertac Bûcak û birêvebirên wê, katjimêr 13 00 dergehê Buroya Amedê ji mêvan û vexwendiyan re vekirin. Sertac Bûcak bi çimaya vekirina buroyê daxuyaniyek çapemeniyê pêşkêşî rojnamevan, TV û endamên ragihandinê yên beşdarî vekirinê bûn, kir. Daxuyaniya ji çapemenîyê re weha ye:

Statuya ku Kurdan bi zordarî tê de dihêlin, statuyeke ne huqûqî ye û ne heq e. Ji bo paraztina mafên gelê me yên tevayi, pêdivîya kurdan bi rêxistineke nû ku mafên Kurdan yên hevbeş wek bingeh bipejirîne ku armanca wê desthilatdariya kurdan ya li ser axa xwe be û li gora vê yekê bernameyeke kulturî, civatî, siyasî û aborî bide ber xwe, heye.

Dema tekoşîna li gora vê yekê dihête birêvebirin, referansa me hêjayiyên hevpar yên cîhana hevdem e. Di zemîneke li rê de, avakirina xebateke siyasî ya vekirî armanca me ye. Ev pêkhatina nû bikaranîna zorê weke navgîneke siyasî napejirîne. Ji bo normalbûna siyasetê, divê siyaset ji zorçoyiyê bihête azadkirin. Divê şêwaza tekoşîna vê avakirinê tekoşîna demoqratîk be. Tekoşîna demoqratîk; derfetên peydabûna ramanên ku pêdivîya kurdan pê heye û hêjayîyên xurumîne û dezgehên ji ser xwe çûne ji nuve xwe birêsin, derdixe meydanê. Ev tevger divê; bi rûmetgirtina hêjayiyên gel, tevaya kurdan hembêz bike.

Em demoqratîzebûna Tirkiyeyê û pêvajoya Yekîtîya Ewrupayê girîng dibînin. Em palpiştîya her pêngavên ku demoqrasî û azadiyan bigihînin astên navneteweyî dikin.

Ji bo newekhevîya aborî ya di navbera herêman de ji holê bihête rakirin, divê kedek ji dil û birêkûpêk bihête dan. Ger bernameyên bipêşketinên aborî, bi pêngavên sîyasî re bin, dibe ku rê li ber çareserkirina pirsa kurd vekin. Reformên aborî bi tena serê xwe, nabin çareserîya pirsa kurd.

Em bidestvehatinên desthilatdariya Hukûmeta Herêma Kurdistanê girîng dibînin. Divê danûstandinên cîraniya qenc bihêne pejirandin û rûmeta mafên desthilatdariya li ser axa xwe were girtin.

Legerîna Kurdên Demoqrat (LKD), li gora regezên li jor rêzkirî, bi vekirina Buroya xwe ya Diyarbekrê dest bi xebatên xwe dike.

Lêgerîna Kurdên Demokrat (LKD)

Diyarbakır, 29.05.2010

LEGERİNA KURDEN DEMOKRAT BUROYA XWE YA DİYARBEKRE VEKİR LKD1LEGERİNA KURDEN DEMOKRAT BUROYA XWE YA DİYARBEKRE VEKİR LKD3
Back to top Go down
 
LEGERİNA KURDEN DEMOKRAT BUROYA XWE YA DİYARBEKRE VEKİR
Back to top 
Page 1 of 1
 Similar topics
-
» LEGERİNA KURDEN DEMOKRAT KURULDU
» Legerîna Kurdên Demoqrat (LKD)
» Legerîna Kurdên Demoqrat (LKD)
» “Demokrat”, “Demokratlık”, “Demokrasi”, “Çifte Standartlılık”…

Permissions in this forum:You cannot reply to topics in this forum
 :: Bixêr û bi Ehla! * Welcome! * Hos Geldiniz! :: Kursîya Serbesti | Serbest Kürsü-
Jump to: